
Seroka Delegasyona Têkiliyên Kafkasyaya Başûr a Parlamentoya Ewropayê, parlementer Marîna Kalyûrand, diyar kirîe ku Ermenîstan ji her demê bêhtir hewcedarê piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ye. Marîna Kalyûrand ev yek di hevpeyvînekê da ligel peyamnêra “Armenpress”ê li Brûsêlê gotîe.
Li gorî wî, Ermenîstan ji bo derbaskirina karesata mirovî hem pêwîstiya aborî û hem jî ya siyasî ji YE heye. Derbarê pirsa ku Yekîtiya Ewropayê çiqas amade ye garantiyên ewlehiyê bide Ermenîstanê, Kalyûrand destnîşan dike ku ev pirsek e ku gere ji serokatiya Ermenîstanê were pirsînê, gere gelek biryar ji hêla Ermenîstanê bixwe va werin girtinê.
Endamê Konseya Ewropayê her wiha destnîşan kirîe ku Parlamentoya Ewropayê pêngava xwe avêtiye, ji bo ku li ser Azerbaycanê mueyîdeyan bisepînin, têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Azerbaycanê binirxînin. Wî got jî ku dora Komîsyona Ewropî ye, ku ew ji wê hêviyê gavên berbiçavtir in.







