
Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê, ligel belavkirina dezenformasyonên bi hefteyan, liv û tevger û komkirina alavên leşkerî û personelan li ser xeta pêwendiyê pêk dianîn, wek ku bi vîdeoyeke ku Artêşa Parastinê heta roja 5ê Îlonê pêşkêş kiribû, nîşan daye.
Weke ku servîsa çapemeniyê ya Wezareta Berevaniya Komara Qerebaxê ragihandiye, vîdeoyên wiha li ser torên civakî yên Azerbaycanê jî belav bûne.
Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê bi belavkirina rojane peyamên derew li ser binpêkirina agirbestê, pêkanîna xebatên xurtkirin û endazyarî û astengkirina karê sîstema cihgirtina GPS ya firokeyên sivîl, bingeheke agahdarkirinê amade kirîe, qada propagandayê ji bo ku êrîşeke leşkerî ya mezin li dijî Komara Qerebaxê bike.







