
Weke ku berê hatibû ragihandin, Hikûmeta Federasyona Rûsyayê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Komara Qerebaxê însiyatîf girt ser xwe. Ev ji aliyê navenda ragihandinê ya Artsaxê hate ragihandin.
“Îro, 12’ê Îlonê, bi rêya Xaça Sor a Rûsyayê û wesayîtên wê rêxistinê, bi destûra rayedarên komarê bi rêya bajara Askeranê, barên alîkariyên mirovî derbasî Komara Qerebaxê bûn.
Alîkarî de tiştên girîng hene, ku ji hêla Rûsyayê ve hatine çêkirin. Agahiyên berfireh wê di televîzyona giştî ya Qerebaxê de bên pêşkêşkirin:” navend agahdar dike.







