
Di 6’ê Tîrmehê de Dîwana Edaletê ya Navneteweyî der barê serlêdana Ermenîstanê ya ji bo danîna nuqteya kontrolê ya li Korîdora Laçîn de biryar da, ji aliyê Ofîsa Nûnertiya Karûbarên Hiqûqî ya Navneteweyî ve hat ragihandin.
“Di 6’ê Tîrmeha 2023’an de Dîwana Edaletê ya Navneteweyî biryarek da derbarê daxwaza Ermenîstanê ya ji bo temamkirina biryara sepandina tedbîra demkî ya 22yê Sibata 2023an de.
Dadgehê biryara xwe ya 22yê Sibata 2023an careke din teyîd kir, ku bi wê Azerbeycanê mecbûr kiribû ku hemû tedbîran bigire ji bo garantîkirina gera bênavber a hemwelatî, wesayit û bar li her du aliyan di rêya Korîdora Laçînê re, wusa jî diyar kir, ku di vê demê de ne hewce ye ku biryara wê ya 22yê Sibata 2023an were temamkirin:” di peyamê de hatiye gotin.







