
Wezareta Karên Derve ya Artêşê der barê astengkirina Korîdora Laçîn a bi temamî ji aliyê Azerbaycanê ve ku li dijî erkên navneteweyî ye, daxuyaniyek daye.
Ji 15ê Hezîranê ve ev 7 roj in ku Azerbeycan bi tevahî rê li ber gihandina her cure kelûmelên mirovî, di nav wan de xwarin û derman, ji aliyê hêzên aştîparêz ên Rûsî û Komîteya Xaça Sor a Navdewletî ve di rêya Korîdora Laçîn re bo Artsaxê, girtiye. Bi vî awayî bi mebest 120 hezar xelkê Artsaxê ku zarok, jin û extiyar jî di nav de ne, ji kêmtirîn derfetên jiyanê bêpar hiştine.
Bi temamî dorpêçkirin û îzolekirina Artsaxê ji cîhana derve, qeyrana mirovahî kûrtir dike û zemîneke bi xêr amade dike ku tawanên berdewam ên Azerbaycanê li dijî mirovatiyê veguhere tawana jenosîdê. Azerbaycan bi girtina tam a korîdora Laçînê ku yekane rêya jiyanê ye ji bo gelê Artsaxê, di rastiya xwe de siyaseta xwe ya armanckirî ya paqijkirina etnîkî ya li ser êtnîkî û bi vî awayî wêrankirina gelê wê xistiye asteke nû.







