
Ji 19 heta 22 Hezîranê heyeta Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Parlamenta Ewropayê wê bêne Ermenîstanê. Di daxuyaniya çapemeniyê ya Parlamenta Ewropayê de tê gotin, ku armanca sereke ya serdanê nirxandina rewşa ewlehiyê ya li Ermenîstanê, pêvajoya asayîkirina têkiliyên Ermenistan û Azerbeycanê ye, her weha çalakiyên Mîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropî li Ermenistanê (EUMA), ku di meha Sibatê de dest pê kir, ku çavdêrî û rapor dike li ser rewşa ewlehiyê li aliyê Ermenîstanê yê sînorê navneteweyî bi Azerbaycanê re.
Heyet wê bi nûnerên hikumeta Ermenîstanê û Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê û bi baylozên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re jî bicive.







