PoliticsTop

Li Bakûyê girtiyên ermenî bi awayekî hovane tên lêdan, ji xwarin û xewê bêpar dimînin։ S. Sahakyan

Girtiyên Ermenî di polîsên leşkerî yên Azerbaycanê de bi tundî hatin lêdan. Di 12’ê Gulanê de, di civîneke çapemeniyê de Serokê Navenda Hiqûqa Berawirdî, nûnerê berjewendiyên girtiyên Ermenî li DMME’yê parêzer Sîranûş Sahakyan, rapora taybet a nû ya ku bi hevparê Parêzvanê Mafên Mirovanê yê berê Arman Tatoyan re hatiye amadekirin, pêşkêş kir.

“Ew ji xwarin û xewê jî hatin bêpar kirin, û ew jî di bin şert û mercên hewayê de bûn, ku bû sedema êşek zêde, mînakî, nemaze di hewaya sar de, ew bi awayekî sûnî di şert û mercên wisa de hatin hîştin ku di encama cemidandinê de bibe sedema êşên zêde:” wê got.

Li gorî Sahakyan, ev siyaset di bin kontrola servîsên taybet de hat domandin û li cihên binçavkirinê muameleyên nemirovane yên tundtir dihatin kirin, ku bi heqareta li rûmeta neteweyî, serdestiya Azeriyan li ser koma ermenî hate destnîşan kirin.

Wî bal kişande ser wê yekê, ku aliyê Azerbaycanê jî berdewam e li kiryarên armanckirî, yên ku piştî şerê sala 2020ê bûye sedema êş û azarên zêdetir li malbatên kesên di bin kontrola wan de.

Li gorî Sîranûş Sahakyan, hemwelatiyên sivîl û xebatkarên tenduristiyê jî di nava pêkanînên xerab ên li hemberî girtiyan de ne. “Bijîşkên leşkerî, yan sivîl ên, ku bi leşkeran re mijûl dibûn tundî bikar anîn. Di bûyerên dawî de gelek şahidiyên me hene, ku dîlên şer radestî sivîlan hatine kirin. Mînak dema diçûn Bakûyê, li gundekî, ku sivîl lê kom bûbûn rawestiyan, girtiyek ji maşînê daxistin û avêtin xwarê li ber wan, ku sivîl tundî û lêdan bikar anîne himber girtiyê şer .”

Wê anî ziman, ku bijîjkan dîmenên pêşkêşkirina alîkariyên pizîşkî ji girtiyên şer re li dar xistin, da ku nîşan bidin rêxistinên navdewletî re, ku mafên mirovî nayên binpêkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button