PoliticsTop

Pisporê Enstîtuya Zanistên Siyasî ya Parîsê li ser sedemên şermezarkirinê alye Azerbaycanê li hember Fransa

Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov, bersiva daxuyaniyên serokomarê Fransayê da, Parîs rexne kir û ew bi piştgiriya Ermenîstanê tawanbar kir. Beriya niha Serokê Azerbaycanê Alîyev çend caran gazin kirye ji Koma Mînskê ya OSCE , ku bi gotina wî, OSCE hewl daye ku bi navê dagîrkirina Qerebaxê çareser bike û Fransa bi wê yekê tawanbar kir. Piştî şerê 44 rojî, Alîyev çend caran ragihandiye, ku Koma Mînskê ya OSCE êdî nemaye, ji ber ku bi dîtina wî, pirsgirêka Qerebaxê bi dawî hatiye çareserkirin, lewma sedemên şermezarkirinê ji alye serokomarê Azerbaycanê ve li dijî Fransayê bi du mercan ve girêdayî ne , dibêje pisporê Enstîtuya Zanistên Siyasî ya Parîsê Kayts Mînasyan. Di nirxandina wî de rewşa pêşê ji ber wê yekê ye, ku Fransa yek ji hevserokê Koma Mînskê y a OSCE ye.

“Ji ber ku Tirkiye, Rûsya û Azerbeycanê piştî şer çalakiyên li dijî Rojava pêk anîn, Alîyev weke welatekî Rojava êrîşî Fransayê dike. Rewşa duyem jî bi wê yekê ve girêdayî ye, ku ji bo Bakûyê, wekî welatekî rojavayî yê Koma Mînskê ya OSCE, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêsantire ku li Fransayê re êrîş bike, ji ber ku her du odeyên parlementa welêt nêzîkatiya “ermenî” nîşan dane. Ji bilî vê, Parîs çalakiyên cidî nîşan dide. Ji ber wê jî lêdana Fransa tê wateya lêdana welatekî çalak, ku ew jî helwesteke alîgirê Ermenîstanê ye. Di heman demê de Bakû nîşanî Rûsyayê dide, ku êrîşî Rojava dike:” Mînasyan di axaftina xwe ya bi NEWS.am’ê re got.

Wî bawerîya xwe anî ziman, ku mîsyona YE bi saya Fransa di nav axa Ermenîstanê de ye. “Ege Fransa ne bûya, ez ne bawer im, ku ev mîsyon bi tevahî wê kar bikira:” zanyarê siyasî zêde kir.

Li gorî Mînasyan, Ermenîstan çiqas zûtir rola xwe ya leşkerî-siyasî li ber çavê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsyayê bilind bike, ji bo girtina rûpela têkçûna şerê 44 rojî, ew ê ji bo ewlekariya Ermenîstanê baştir be.

Bi texmîna wî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girîngiyê dide Ermenîstanê wekî welatekî demokratîk, ku ev yek jî bi beşdarbûna Êrîvanê di lûtkeya demokrasiyê ya ku ji aliyê Waşingtonê ve di Adara îsal de hatibû organîzekirin, ku Tirkiye û jî Azerbeycan nehatibun vexwendin, nîşan dide.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button