
Rahênerê tîma giranîbilindkirinê ya Danîmarkî Anders Bendîks, şampiyoniya giranîbilindkirinê ya Ewropayê, ya ku li Êrîvanê tê derbaskirin, di nav şampiyoniyên, ku di asta herî jor de tên derbaskirin de bi cih tîne.
“Me hîn li Êrîvanê zêde nedîtiye, lê em bi rastî rojên xwe yên li vir bi kêf dikin. Paytext bi rastî xweş e. Di derbarê xebata rêxistinî de, ev şampiyoniya herî baş e ku min dîtiye,” wî got.
Li gorî pisporê Danîmarkî, wî li welatên cihê yên cîhanê beşdarî 40-50 şampiyoniyên cihê bûye û şampiyoniya Êrîvanê ji aliyê organîzekirina hemû aliyan ve bi qalîteya bilind dibîne, bi taybetî di warê ragihandinê de, şert û mercên perwerdeyê, karê dilxwazî, otêl.







