PoliticsTop

Me rewş baştir kiriye: Cigîrê wezîrê perwerde, zanist, çand û werzişê derbarê derbaskirina şampiyoniya dinyayê ya giranîbilindkirinê li Êrîvanê

Cigîrê wezîrê perwerde, panist, çand û werzişê Karên Gîloyan di axaftina xwe ya bi Radyoya Giştî ya Ermenîstanê re, der barê encamên şampiyoniya giranîbilindkirinê ya Ewropayê de got, 6 madalyayên me hene, em hê li benda madanê. Ew ji encamên tîmên Ermenîstanê yên jin û mêran ên heta niha kêfxweş e.

Piştî bûyera ku di merasîma vekirina şampiyoniyê de hat tomarkirin, cîgirê wezîr diyar kiribu, ku îhtîmala derbaskirina Şampiyoniya giranîbilindkirinê ya cîhanê li Ermenîstanê di nava gumanan de ye. Niha ew dide zanîn ku rewş baştir bûye.

“Me rewş baştir kir. Heger beriya destpêkirina şampiyoniyê ev şans 99% bû, piştî destpêkê bû 15%, niha bûye 60%:” got cigîrê wezîr.

Li gor Gîloyan organîzekirina bilind a şampiyoniya Êrîvanê jî ji bo başkirina rewşê dixebite.

“Pirsa organîzekirinê divê ji mêvanên me re bê kirin, ez bawer im hûn ê tenê spas û gotinên xweş bibihen. Nêzî her werzîşvan an rahênerekî bibin, hûn ê ji vê yekê bawer bibin. Ev ne ramaneke subjektîf e, rastiyeke objektîf e. Bi rastî em kêfxweş in ku tûrnûva di asteke pir bilind de tê derbaskirin:” got Gîloyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button