PoliticsTop

Endamê Meclisa Netewî, li ser îhtimala leşkerên Azerbaycanê, yên ku li axa Ermenîstanê hatine dîtin, pevguhertina bi girtiyên Ermenî re, nirxand

Serokê Lijneya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Neteweyê, Parlamenterê fraksiyona “Peymana Sivîl” ya desthilatdar Sargîs Xandanyan , li ser vê mijara, ku gelo mimkun e, ku leşkerên Azerbaycanê, yên ku di 10ê Nîsanê de li ser axa Ermenîstanê derketine, bi girtiyên ermenî re bên guhertin, got:

Daxuyaniya sê alî ya 9’ê Çiriya Paşina 2020’an eşkere ye, ku divê demildest hemû girtiyên şer bên vegerandin. Û Azerbaycan ev daxwaz zêdetirî du sal in bi cih neaniye. Em li ser mijarên jiyana mirovan danûstandinê nakin û daxwaza me ji Azerbaycanê jî eşkere ye: divê demildest hemû girtiyên me bên vegerandin.”

Xandanyan anî ziman, ku mijara hatina leşkerên Azerbaycanê bo Ermenistanê, di fraksiyona “Peymana Sivîl” de nehatiye gotûbêjkirin.

Roja 10ê Nîsanê, saet di navbera 01:00-02:00 de li nav axa Ermenîstanê leşkerekî Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê hat dîtin û girtin. Li gorî gotinên wî, serbazekî din jî ligel wî hebû, ku xebatên lêgerînê yên wî berdewam in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button