SocietyTop

Li gorî daneyên Komîseriya Dîasporayê, di encama erdhejê de li Tirkiye û Sûriyeyê 13 Ermenî mirin.

Di encama erdheja ku li Tirkiye û Sûriyeyê pêk hat de 13 Ermenî jiyana xwe ji dest dan. Ev ji aliyê Hovhannes Aleksanyan, serokê beşa pêşxistina stratejiyê ya Komîseriya Karûbarên Diyaspora Komara Ermenîstanê ragihand.

“Di rojên destpêkê de agahî bi rêyên cuda dihatin û peydakirina agahiyên rast zehmet bû. Jixwe em dikarin bibêjin ku li Helebê 2 qurbaniyên me hene: Mîrna Mînasyan-Tenekçîan, Alper Tenekçîan. Li Tirkiyeyê Samî, Aîda, Alex Tabaş, Mariam Karatash, Dşkhun Mesropyan/Balykyan, Armîk Mesropyan, Mesrop Mesropyan, Paytsar Sîlahlîn, Antoîne Horoz, Zîlan Tîgrîs, Johanna Karolîna Kap hatin kuştin.”

Birîndar jî hene. Beşek hat emeliyatkirin û tedawî tê dîtin, beşeke din jî sivik birîndar bûn. Saziyên Ermenîyan jî bi taybetî li Sûriyeyê zirar dîtin. Rêjeya zirara taybetî, îhtîmala karanîna zêdetir a van saziyan tê destnîşankirin.

Hêjmar, agahdariya zirarê ne dawî ne. Jixwe li Tirkiyê zêdetirî 30 hezar qurbanî hene, hejmara qurbaniyan li Sûriyê zêdetirî 1400 e. Opozisyona sûrî ragihand, ku 3160 kes li herêmên bakur-rojavayê welat hatine kuştin).

Ermenîstanê him alîkarî da Sûriye û him jî Tirkiye. Tîmên rizgarkirinê, alîkariyên mirovî hatin şandin. Hovhannes Aleksanyan da zanîn ku gelek welatî ji bo pere serî li Ofîsa Komîseriya Dîasporayê dane.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button