PoliticsTop

Îro Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaza Azerbaycanê ya ji bo pêkanîna tedbîra demkî ya li dijî Ermenîstanê red kir

Îro Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi mebesta şopandina biryara Azerbeycanê ya 21ê Kanûna 2022an a ji bo rakirina bloka Korîdora Laçînê, ji Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê re daxuyaniyeke lezgîn şand.

Azerbeycanê di 22ê Kanûna 2022an de ji bo betalkirina biryara tedbîra demkî serî li Dadgeha Ewropayê dabû. Di heman demê de, Azerbeycanê daxwaz kiribu, ku tedbîrên demkî li dijî Ermenîstanê were sepandin, ango, “hemû tedbîrên di çarçoveya jêhatiya xwe de bigire ji bo peydakirina dermankirina têr ji kesên ku hewcedarê alîkariya bijîşkî ya lezgîn in li axa Azerbeycanê ku lêskerên rûsî bi awayekî demkî bi cih bûne û di vî warî de ti astengiyan çênekin.”

Di bersivê de, Ofîsa Nûnertiya Karûbarên Hiqûqî ya Navneteweyî di Kanûna Peşina 2022 û Kanûna Paşina 2023an de bi rêkûpêk agahdariya nûjenkirî ji Dadgeha Ewropî re şand li ser rewşa mirovî ya xirab a li Qerebaxê u li derdora Korîdora Laçîn. Di heman demê de, Ofîsa Nûnertiya Karûbarên Yasayî yên Navnetewî daxwaz ji Dadgeha Ewropî kir ku tavilê agahdariyekê ji Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê re bişîne, derbarê pabendnebûna Azerbaycanê bi biryara Dadgeha Ewropayê ya 21ê Kanûna Pêşîn a 2022an.

Dadgeha Ewropî bi berçavgirtina argumanên alîyan, îro îddîayên Azerbaycanê bi tevahî red kir û biryara 21ê Kanûna 2022ê di meriyetê de ma. Dadgeha Ewropayê jî daxwaza Azerbaycanê ya ji bo pêkanîna tedbîra demkî ya li dijî Ermenistanê red kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button