Hêzên çekdar ên Azerbaycanê 30 sal in di nav axa Komara Ermenîstanê de ne. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîneke çapemeniyê de ev tişt ragihand û bi bîr xist ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji destpêka salên 1990î vir ve derdora 70 kîlometre çargoşe li Ermenîstanê bi taybetî herêmên Tavûş û Araratê dagir kirine.
“Erê, di nava 1,5 salên dawî de jî, ji Gulana 2021’an ve, Azerbaycanê herêmên nû yên Ermenîstanê dagir kir. Helwesta me ew e ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji herêmên me derkevin. Ji bo bidestxistina vê armancê em ê bi berdewamî hemû rêyên dîplomatîk pêk bînin.” Û bal kişand ser wê yekê ku girîng e aliyê Ermenîstanê nebe sebebê provokasyoneke nû, lewma kiryarên me li ser vê mantiqê ne.