PoliticsTop

Ermenîstan wê serî li Rûsya, RPEK û NY bide: Civîna Konseya Ewlekariyê hat derbaskirin

Civîna Konseya Ewlekariyê, ya di bin serokatiya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan de hat derbaskirin, ji bilî endamên Konseya Ewlekariyê, Serokomarê Komarê Vahagn Khaçaturyan û Serokê Meclisa Neteweyî Alên Sîmonyan jî beşdar bûn.

Civînê de gavên , ji bo berterefkirina kiryarên êrîşkar ên Azerbaycanê yên li dijî axa Ermenîstanê ya serwerî, ku nîvê şevê dest pê kiribûn, hatin gotûbêj kirin.

Biryar hat dayîn, ku ji bo pêkanîna bendên Peymana dostanî, hevkarî û alîkariya hevbeş, di derbarê êrîşa li ser xaka serwerî a Komara Ermenîstanê de, bi fermî serî li Federasyona Rûsyayê bidin.

Her wiha biryar hat dayîn, ku bi awayekî fermî li Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv (RPEK) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî serlêdan bê kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button