Wezareta Parastinê ya Artsaxê da zanîn ku derdora saet 15.00’an li aliyê bakurê rojavayê xeta pêwendiyê yekîneyên Azerbaycanê balafirên keşfê yên bêpîlot bikar anîne û di encamê de leşkerek ji artêşa parastina Artsaxê jiyana xwe ji dest daye. 8 leşkerên din jî bi dereceyên cuda birîndar bûne.
Li ser vê yekê dezgeha ragihandinê ya Wezareta Parastina Artsaxê ji “Armenpress”ê re ragihand, ku ew wê derbarê pêşhatên zêdetir agahdar bikin.