CultureTop

“Şeva Muzeyê” 21ê Gulanê

Wezareta Perwerde, Zanist, Çand û Sportê ya Komara Ermenîstanê bang li her kesî dike, ku 18ê Gulanê Roja Muzeya Navnetewî pîroz bikin, beşdarî bin çalakiya pan-Ewropî ya “Şeva Muzeyê” ya ku wê di 21ê Gulana îsal de bê derbaskirin.

Roja Cîhanî ya Muzeyan ji sala 1977an ve bi biryara Encûmena Navdewletî ya Muzeyan tê pîrozkirin. Armanca festîvalê ew e ku muzeyan li dora kêşeyên gerdûnî yên ku mirovahî rû bi rû ne, bike yek u di heman demê de, hişyariya gel li ser rol û potansiyela muzexaneyan di çareserkirina van pirsgirêkan de bilind bikin.

Navê Roja Muzeya Navneteweyî ya 2022an “Hêza Muzeyan” e. Ev roj pêşkêşî kifşkirina potansiyela muzeyan di sê warên sereke de dike: pêşkeftina domdar, gihîştina teknolojiyê ya nûjen, perwerdehiya domdar, wekî faktorên sereke yên pêşveçûna civakê û avakirina civaka sivîl.

Îsal wê pîrozbahî di 18ê Gulanê Roja Muzeya Navnetewî de dest pê bike, u dê di 21ê Gulanê de bi çalakiya pan-Ewropa “Şeva Muzexaneyê” berdewam bike.125 muzexaneyên Ermenîstan û Artsaxê tevlî çalakiyê bûn.

Muze di 18ê Gulanê saetên muzeyê û 21ê Gulanê saet 11:00-24:00 ji bo hemû mêvanan bêpere vekirî bin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button