PoliticsTop

Civîna cîgirên serokwezîrên Ermenistan, Rûsya û Azerbaycanê dê vê mehê pêk were

Lihevkirinek pêşîn heye, ku di vê mehê de civîneke koma xebatê ya ji bo rakirina rêgirtina li peywendiyên herêmî bi serokatiya cîgirên serokwezîrên Ermenistan, Azerbaycan û Rûsyayê were derbaskirin. Ev yek ji aliyê ofîsa Alîkarê Serokwezîr Mhêr Grîgoryan ve li ser pirsa NEWS.amê hate ragihandin.

“Li gorî lihevkirinên destpêkê divê di nava vê mehê de hevdîtin pêk werin. Roj hê tê lihev kirin”: ji ofîs hatê gotin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku civîna dawî ya koma xebatê di Kanûna sala borî de li Moskowê pêk hatibû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button