Civîna Wezîrên Derve yên Ermenîstan, Rûsya û Azerbaycanê di 12’ê Gulanê de li Duşanbeyê pêk hatîe.
Li ser cîbicîkirina sozên ku bi daxuyaniyên sêalî yên 9ê çirya paşîn 2020, 11ê kanûna paşîn 2021ê û 26ê çirya paşîn 2021ê hatine girtin, hat îe gotûbêjkirinê.
Li ser peymana peywendiyên herêmî, rakirina blokên aborî, xêzkirin, avakirina komîsyonek ji bo ewlehiya sînor û peymana li ser asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, nêrînên xwe danustandin.
Wezîr Mîrzoyan di çarçoveya çareseriya berfireh a kêşeya Qerebaxê de li ser ewlekariya Ermeniyên Artsaxê, garantîkirina maf û azadiyên wan û her wiha statûya Qerebaxê helwêsta aliyê Ermenistanê dupat kir.
Wezîrê karên derve yê Ermenistanê herwiha bal kişand ser çareserkirina bilez a kêşeyên mirovî yên ku ji ber şerê 44 rojî derketiye holê û ji wan jî pêwîstiya vegerandina demildest girtiyên ermenî ji bo welatê xwe.