Ombudsmanê berê yê Ermenîstanê Arman Tatoyan di Facebookê de nivîsek weşand û got. “Di şerê 44 rojan de min ev nexşe di destê leşkerên Azerbaycanê de dîtin. pirtûkên leşkerî yên bêrîk in.
Eşkere ye ku beşeke girîng a Ermenîstanê (Syûnîk, Gêrgûn û hwd.) wek Azerbeycana dîrokî bi sextekariyên eşkere yên rastiyên dîrokî tê pêşkêş kirin. “Navên Azerbaycanî” jî tê gotin.
Ev propagandayeke desthilatdarên Azerbaycanê ye, siyaseteke bi salan e ku li wî welatî sîstemeke sazûmanî ya nefreta etnîkî û olî li hember Ermeniyan bi nifşan pêk aniye.
“Ev sedemên sereke yên sûcên şer ên li dijî mirovahiyê li Azerbaycanê ne.”