All NewsTop

Divê pirsgirêk di bin erka Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê de bê çareserkirin. Balyozê Amerîka li ser rewşa Artsaxê

Di 31ê kanûna paşin de Alîkarê Serokwezîr Hambardzûm Matosyan şandeya bi serokatiya Balyoza Amerîkayê ya li Ermenistanê Lînn Tirêîsî kir.

Li gorî ku ji Ofîsa Alîkarê Serokwezîr hatiye ragihandin, Hambardzûm Matêvosyan 30 saliya damezrandina pêwendiyên dîplomatîk li gelên Ermenî-Amerîkî pîroz kir û tekez kir ku Amerîka ji serxwebûna Ermenistanê di sala 1991ê vir ve şirîkê aram yê Ermenistanê ye.

Alîkarê Serokwezîr piştgiriya ku di van 30 salên dawîn de ji Ermenîstanê re hatiye dayîn, bi mebesta xurtkirina civakek pêşkeftîtir, demokratîk, bi taybetî tekoşîna li dijî gendeliyê û her weha pêkanîna reformên dadwerî û polîsî, nirxand.

Cîgirê serokwezîr carek din rol û erkê Amerîka wek hevserokê Koma Mînskê ya OSCE di çareseriya dawî ya kêşeya Qerebaxê de dupat kir. Balyoz Tirêîsîy bi Alîkarê Serokwezîr re destnîşan kir ku pirsgirêka statûya Qerebaxê nehatiye çareserkirin û divê ev pêvajo di bin erka Hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE’yê de bê meşandin.

Di dawiya hevdîtinê de, aliyan tekezî li ser amadebûna xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên kar ên Ermenistan û Amerîkayê û pêşxistina peywendiyên dualî kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button