Serokwezîr Nîkol Paşînyan duh pêşwaziya cîgrê serokwezîrê Fêdêrasyona Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk kir.
Cîgrê serokwezîrê Komera Ermenistanê Mhêr Grîgoryan û balyozê Rûsyayê li Ermenistanê Sêrgêy Kopîrkîn beşdarî civînê bûn. Şanda navbirî ya bi serokatiya cîgirê serokwezîrê Rûsyayê di çarçoveya rûniştina komîsyona hevkariyên aborî ya navbera hikûmetên Ermenistanê û Rûsyayê de li Yêrîvanê ye.
Aliyan li ser perspektîfên vegerandina peywendiyên veguhestinê li Kafkasya Başûr, çalakiyên grûpeke xebatê ya sêalî ya bi serokatiya cîgirên serokwezîrên Ermenistan, Rûsya û Azerbaycanê, nêrînên xwe danustandin.