All NewsPoliticsTop

Azerbaycanê mafê jiyanê yê hêsîrên Ermenî binpê kiriye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, biryarên doza Mamîkon Xojoyan ê li gundê Verîn Karmîraghbyûr a qeza Tavûşê û Karên Pêtrosyan ê ji gundê Çinarê ku di sala 2014’an de li Azerbeycanê hatibûn girtin û îşkence li wan hatibû kirin, eşkere kir. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, biryar li ser malpera Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate weşandin.

Dadgeha Ewropayê destnîşan kir ku Bakû mafê jiyanê yê hêsîrên Ermenî, mafê azadiya ji îşkence û bêcudakariyê, azadî û parêzbendiya kesane binpê kiriye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo her dozê 40 hezar euro ji Azerbaycanê re daxuyand.

Mamîkon Xojoyan ê 77 salî di Çileya 2014’an de hate girtin, du mehe şûnde di 4’ê Adarê de vegerîya Ermenîstanê û piştî demekê kurt jiyana xwe ji dest da.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button