Pirsgirêka vegera dîlên ermenî yên li neqanûnî Azerbaycanê girtî ne yek ji mijarên herî girîng ên rayedarên Ermenistanê ye, ji ber vê yekê ew her tiştî dikin. Wekî ku ji hêla “Armenpress” ve hatî ragihandin, serokê Parlama Komera Ermenistanê Alên Sîimonyan di axavtina bi rojnamegeran re li parlamanê li ser vê yekê piştrast kir.
“Divê girtiyên şer ji zûde bi tevahî vegeriyan. “Azerbaycan bi rastî erkên xwe pêk nayne, bahaneyên derewîn ên cihêreng tîne,”,- axavtina xwe de anî ziman Alên Sîimonyan.
Serokê parlamanê tekez kir ku têgihiştina hevkarên rûs di vê mijarê de yek e. Xala 8’an a danezana 9’ê mijdarê, ku vegera hemû girtiyan ferz dike, divê bêguman were bicihanîn.
“Îro, dema ku em qala vekirina rêyan, têkiliyan, aşitiyê dikin, divê em her gav bêjin ku ji bilî vekirina wan rêyan, divê pêşî dîlên meyên şer vegerin,” serokparlaman got.
Di dema hevdîtinên xwe yên li Rûsyayê de, Sîîmonyan di derbarê mirovên taybetî de nîqaş kir. “Agahî li ser dîla ermenî heye. Mixabin aliyê Azerbaycanê van agahiyan piştrast nake. Îro civînek min bi nûnerên Xaça Sor re heye, ku divê ez vê mijarê bi wan re nîqaş bikim. Hêvî û baweriyeke min mezin heye ku di pêşerojek nêzîk de em dikarin têgîna girtiyê şer di paşerojê de bihêlin. Di her rewşê de, em her tiştî dikin, ew ji bo me yek ji pirsgirêkên yekem e, “got serokê Parlamana Komera Ermenistanê.