3-ê meha adarê wezîrê Ermenîstanê û Görcistanêye k’arê der ferztîya r’öh’adrkirina hevsûbûnê meriva û meh’kemkirina p’evgirêdana navbera civakada binxetkirine û wê yekêva girêdayî bîrne’ma tem hatîye qolkirinê. Derheqa vê yekêda Anna Nag’dalyana zarbêja wezareta CE-êye k’arê dere çapgerîyê gotîye çawa cava pirsa derheqa hêsakirina qeydê derdhatinêye navbera Ermenîstanê û Görcistanêda. “Govekê serdana Nîkol P’aþînyanê serewezîrê CE-êye r’esmîye li Görcistanê navbera Ermenîstanê û Görcistanêda p’evk’etin hatîye destanînê derheqa hêsakirina qeydê r’êjîma derdahatinêda, gilî bi t’aybetî derheqa mecala seferkirina bi k’artê e’ynîkirinêdaye. Gelo k’etina p’evk’etina jorgotîye nav qewatê k’engê tê têr’adîtinê?”. Zarbêja wezareta k’arê der çawa cava vê pirsê daye k’ivþê: “Bi qolkirina bîrne’ma tem h’îmê destpêkirina qisê dora morkirina þertne’ma ort’emiletîêye döalîye angor tê dayînê. Sirê pêvajoya morkirin û k’etina þertne’mêye nav qewatêye baþqe-baþqeda, angorî qanûndarîyê, pêh’esandina civakêye layîq wê bê ewlekirinê”,- cava zarbêja wezareta k’arê derda hatîye gotinê.
Related Articles
Adrbêcanêda 96.2% “Zangêzûrê, Îravanê û Goyçaê” h’esavdikin e’rdê adrbêcanîyî t’arîxî- fonda “T’at’oyan”
03.05.2024, 16:15
Meha îlonê wexta agrêsîa Adrbêcanêye miqabilî QÇ’ delîvê zêrandina, e’yblûkirinê bedena bûne: PHM
03.05.2024, 15:05
Sefîreyê YA-yî Bek’ûyêda- derheqa qedexedadana alîk’arîya hindava Macaristanêdaye li CE û hevr’axeverdanê e’dlayêda
03.05.2024, 14:04
Ьса жи сахтикьн
Close