Avtomaþîne, bi k’îjanê Yûrî Gagarînê kosmonavtê t’opa dinîaêyî pêþin anîne, li aûksîona Moskvayê wê bifroþin. Gilî derheqa avtomaþîna “ZÎL-111V”-daye, bi k’îjdanê Gagarîn çûye Krêmlê, çaxê ij fir’îna kosmîkîêye e’wil paþda veger’yaye, p’êla “Zvêzda”-êye dûrdîtinokê e’lamdike. Avtomaþîna “Zîl-111V- modêla berevkirina live degmeye, ê wî cûr’eyî serîbinî 12 h’ev hatne çêkirinê. Yeke ij wan serk’arîya sovêtîyê p’êþk’êþî Fîdêl Kastro kirîye. Lê Yûrî Gagarîn bi wê her t’enê carekê çûye- 14-ê meha sala 1961-êye nîsanê. Ij wî çaxîda kabrîolêt t’ö cara dermannekirine û h’eta t’ekê wê jî negöhastine. Gere bê gotinê, wekî nav nîv sedsalî zêdetirda ew 35 h’ezar kîlomêtra hatîye ajotinê. T’emamîya van sala kabrîolêt garaja bi me’na mexsûsda sekinîbûye, wekî biribûne wira, kö pêþîya þahê Îranêda her’in. Firotanê 15-ê meha sivatê bive, lê berî wê yekê avtomaþîne t’ev lotê kolêksîaye dine li h’öcra Moskvaêye “We’dê qedîm” seva dîtinê hatîye sekinandinê.
Related Articles
Ermenîstanê pêşniyarên Azerbaycanê yên li ser pêşnûmeya peymana aştiyê wergirt. Wezareta Derve ya Ermenîstanê
29.04.2024, 11:22
Nîkol Paşînyan û Ênthonî Blînkên li ser mijarên pêvajoya aştiyê yên Ermenistan û Azerbaycanê axivîne
29.04.2024, 10:22
Ьса жи сахтикьн
Close