Merk’eza bi azakirina jinê ÿzdîya derheqa azakirina sê jinê ÿzdîyada e’lamkirîye, ê kö 5 sal bal tirsk’arê “Dewleta îslamîyê” hêsîrtîyêda derbazkirine. Çawa H’öseyn Kaîdîyê serk’arê merk’eza azakirina jinê ÿzdîya e’lamkirîye, keç’ik lap cahilin, ya lape ç’ûk 16 salîye, lê ya lape mezin 18 salîye. H’ersê keç’kê azakirî h’esavdivin binelîyê göndê K’oço (Þengal). “Niha ew cîkî bêqezîane û zûtirekê careke din neferê xweva wê cemvin”,- Kaîdî gilîkirîye. Wexta qir’a sala 2014-a Þengalêda hindava tirsk’arada weke 7000 jin û zar’ê ÿzdîya hatne r’evandinê. Tirsk’ara jin bi r’ewþa sêk’s-hêsîra dane xevatê û t’esmîlî zordestîya sêk’sûal kirine, zar’ bi r’ewþa þer’van-canfîdawîya dane xevatê, lê zar’ê sava firotine sêwîxana. Bi hine qîmetkirina, 3000 jin û zar’a zêdetir bêser û berat’e indabûyî têne h’esavkirinê.
Related Articles
Meha îlonê wexta agrêsîa Adrbêcanêye miqabilî QÇ’ delîvê zêrandina, e’yblûkirinê bedena bûne: PHM
03.05.2024, 15:05
Sefîreyê YA-yî Bek’ûyêda- derheqa qedexedadana alîk’arîya hindava Macaristanêdaye li CE û hevr’axeverdanê e’dlayêda
03.05.2024, 14:04
Encomana WAY-ye azaya ayînîye ort’emiletîyê li h’ökömetê kirîye bangî seva QÇ’-da p’arastina obyêktê medenyetî fînanskirinê r’adestke
03.05.2024, 13:03
Kînomihrîcana fîlmê körtmêtraje 7-aye ort’miletîyê 25-29-ê meha tîrmehê wê bê derbazkirinê
03.05.2024, 11:01
Ьса жи сахтикьн
Close