Pirsa k’etina Hevr’aqayîlne’ma hevalk’arîya h’emt’omerî û berfirebûîye navbera CE û Yektîya Avropayêdaye nav qewatê diha gelekî ya têxnîkîêye. Derheqa vê yekêda Zohrab Mnasakanyanê wezîrê CE-yî K’D nav pirsqisê, k’îjan daye Conat’an Kasê lêk’olînvanê fonda Marþalî mestir, daye k’ivþê. “Ev hevr’aqayîlne’ma ferz hevr’axeverdan û hevalk’arîya sîasîyê, malhebûnîyê, k’îjan zêdedive, meh’kemdive. Pirsa lap k’etina Hevr’aqayîlne’ma hevalk’arîya h’emt’omerî û berfirebûyî nav qewatê diha gelekî ya têxnîkîêye, çimkî ew e’melda tê xevtandinê, çimkî idî mêxanîzma meye angor heye- xevtandina we’delî. Bi delîlî, 80%-ê þertê mewcûd idî sirîya xevtandinêdaye. Me xerîta xevatêye r’ê hevr’a qayîlkirîye, û xevtandin mîaserdive”,- wezîr gotîye. Mnasakanyan daye k’ivþê, wekî hevr’qayîlne’me h’îmê hiqûqîêyî t’ezeye, bi k’îjanê Ermenîstan hevk’arîyê t’ev Yektîya Avropayê û pêþdestîkirina gavê paþwextîyê vî t’erefîda didûmîne- bona k’ara cime’ta ermenîya: “Hevr’aqayîlne’ma hevalk’arîya h’emt’omerî û berfirebûyî t’emesûkeke, k’îjan warê p’ir’hejmarva tê girêdanê, ew p’arê sîasîyê, e’daletê û azaya werdigre, lê isa jî- p’ara ware berfire. Ew hevr’aqayîlne’ma h’emt’omerîye, k’îjan ware transportê, ÿnêrgêtîkayê, warê dor-bera, bazirganîyê û malhebûnîyê, medenyetê, xwendinê û ê din werdigre. Hevr’aqayîlne’me nêzîkkirina deþta qanûndarîyê navbera Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda, lê isa jî r’öh’darkirin warê baziraganîyê û r’ik’inkirinêda têr’a divîne. Dêmek, Hevr’aqayîlne’ma hevalk’arîya h’emt’omerî û berfirebûyî seva me hacete serr’astkirinê meye normatîv yan çapqiraçîyê diha baþkin, k’îjan gere k’omekê bidine pêþdaçûyîna dewleta me”.
Related Articles
Þêwirxana avropî li YA dike bangî hevk’arîya de’wmeþandinêye warê ÿnêrgêtîkda r’awestîne
26.04.2024, 15:05
Þêwirxana Avropayê li Bek’ûyê kirîye bangî girtîyê sîasîyê bêe’glekirin û bêþik azake
26.04.2024, 14:04
Ьса жи сахтикьн
Close