EconomicsTop

Xetê h’esinî milk’ê CE-ne û gere qölixî k’ara CE-kin: P’aþînyan

Îht’îmal nîne nêzîkbûnê lêbinihêr’in, lê alîyê dinêva- ew, çi me e’lamkirîye, wê jî em k’arê xwe nakin lêbinihêr’in. Derheqa wê yekêda N. P’aþînyanê serekwezîr got- bi dayîna cava pirsa derheqa pêþdaçûyînê serwêrîkirina li “Xeta ermenîye h’esinî”-da. “Me pêvajo destpêkirine, k’îjan dasekinandina xeta h’esinîye p’ara Gömrî-Axûrîk û Êrasxêva mêlbûyîne,  û  emê wê xevatê bikin. Çi dimîne bona p’ara mayîn, emê  e’ne’nekirinê xevatê pêþda bivin, nav wê hejmarê- t’ev hevalk’arê meye Ûr’isêtê, û  semt’girîyê me nehatine göhastinê û bi me’nîyê obyêktîv wê neyêne göhastinê, çimkî em nikarin k’ese mînanî nihêr’vana dîna xwe bidinê, k’a çawa dikarin, nav wê hejmarê- derda bêne Ermenîstanê, û  bi derdahatina li Ermenîstanê- dîsa r’ex Ermenîstanêva derbazvin. Tiþtê isa nikare heve”,- ewî da k’ivþgê.                                                                                                                Çi dimîne seva wê pirsê, k’a gelo Ermenîstanê serk’arîkirinê hilde seva t’ezekirinê?, serekwezîr got: “Werin em têbinivîsin, wekî ew xeta meye h’esinîye. Ew milk’ê CE-ye, û  em gere serk’arîyê milk’ê xwe bikin. Ez hûrgilîya nikarim bêjim, çimkî, nav wê hejmarê- encama konsûltasîayê hiqûqîyê û e’ne’nekirinê xevatêda, em gere wan pirsa safîkin.                                                                                                    Ez tiþtekî dikarim êqîn bêjim: xetê h’esinî milk’ê CE-ne û gere qölixî k’ara CE-kin. Em t’emam dikarin ij vê niqitka derk’etinê derk’evin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button