
Baxçê R’ewanêyî terewilnasîyêda miþterî idî dikarin wek’îlê e’silp’iþîkê beyanîye mexsûs bivînin- manûla- Mano û Nano. Ij baxçê terewilnasîyê «Armênprês” dane pêh’esandinê, wekî isa jî me’na manûlêye seva dinîya Ermenîstanêye terewilaye mexsûs heye. “Berê ew isa jî Ermenîstanêda r’astpêhatîye, lê we’dekî dirêj derheqa cûr’eda salixê t’eze t’inebûne, û ew cimhöryetêda h’esavbûye betavebûyî. Vê gavê xevata îzgerîyê mîaserdive- bi meremê e’yankirina hazirîya wê welatê meda tênivîsara qeydkirinê t’eze”,- e’lametîyêda k’ivþbûye. Mano û Nano wek’îlê bincûr’ê manûlaye sorin û vê gavê her t’enê baxçê R’ewanêyî terewilnasîyêda t’eþhîrdivin.







