
Wezîrê Derve yê DYAyê Marko Rûbîo dê bigihêje Ermenistanê
Wezîrê Derve yê DYAyê Marko Rûbîo dê di 26ê Gulanê de bigihêje Ermenistanê.
Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê ev yek ragihand û destnîşan kir ku hevdîtinek di navbera Wezîrê Derve Ararat Mîrzoyan û Marko Rûbîo de dê pêk were, piştî wê wezîr dê ji çapemeniyê re daxuyaniyan bidin.
Pêşniyara îmzekirina belgeyên dualî ye.
Piştî wê, Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan dê civîneke çapemeniyê bi nûnerên medyayê re li dar bixe.







