
Rêhesina Axalkalek-Qersê ji bo hinardekirin û hawirdekirina ji Ermenistanê vekirî ye
Rêhesina Axalkelek-Qersê niha ji bo hinardekirin ji Ermenistanê û hawirdekirina bo Ermenistanê vekirî ye. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsand.
“Ez kêfxweş im ku radigihînim ku rêhesina Axalkelek-Qersê, mîna rêhesina Azerbaycanê, niha ji bo hinardekirin ji Ermenistanê û hawirdekirina bo Ermenistanê vekirî ye. Ev bûyerek mezin e di jiyana aborî ya welatê me de. Ez ji hevkarên xwe yên Tirk û Gurcistanî re spasdar im.
Îro, Ermenistanê bi rêya axa Gurcistan û Azerbaycanê bi Rûsyayê re, û dû re jî bi rêya axa Rûsya û Kazakistanê bi Çînê re girêdanek rêhesinê heye. Niha, her weha bi rêya axa Gurcistan û Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewropayê re. Di demek nêzîk de, vekirina rêhesina Ermenistan-Tirkiye, Ermenistan-Azerbaycanê, û dû re jî rêhesina Ermenistan-Îranê bi rêya Naxîçevanê.
Em ê di demek nêzîk de şahidê van bûyeran bibin wekî encama pêkanîna projeya TRIPPê,” Paşînyan nivîsandîe.







