PoliticsTop

Êûrasîanêt: Ermenîstan hevk’arîya e’skerîyê t’ev Hindistanê k’ûrdike- ser fona ce’dandina e’dlayê t’ev Adrbêcanê

Bi meremê ewlekirina e’dlaya we’dedirêje t’ev Adrbêcanê– Ermenîstan yekpel dicêr’bîne hevalk’arîya e’skerîyê t’ev Hindistanê meh’kemke, Êûrasîanêt dinivîse.

        Kovar hinartinê gotara Îndîa rêsêarç wîngêye belakirî dike- angorî k’îjanê, temê Ermenîstanê heye xetê arizîye höndör’e deranînê bie’frîne bona deranîna zexîra hindîye e’skerîyê, nav wê hejmarê- leqemê t’opaye 155mm-ê û ösûlê Pînaka-êye mûþeka.                                        Gotarêda  nayê safîkirinê, k’a hevr’axeverdanê döalîye dora vê pirsê çiqasî pêþda çûne, lê isa jî h’ecim yan bahê e’melê îht’îtmale nêzîkî aqila k’ivþnavin.

         Êûrasîanêt binxetdike, wekî van salê xilazîyê Qafqasîya Ce’nûbê bi delîlî Asîa Ce’nûbêda wrgöhêzî peyhatina leca h’iþke navbera Hindistanê û Pakîstanêdla bûye. H’etanî Ermenîstan t’ev Hindistanê p’evgirêdanê xwexweykirinê avadike, Adrbêcanê, Pakîstanê û T’irkîayê warê bêqezîabûnêda hevalk’arî e’firandîye.                              Seva Ermenîstanê zêdebûna p’evgirêdanê de’wmeþandinêye t’ev Hindistanê eleqetê R’ewanêye vê gavêye serte t’ev Ûr’isêtê e’k’sdike- k’îjan bi t’arîxî t’ifaqdara welêtbûye.          “Ev hevalk’arî mecalê Ermenîstanêye xwexweykirinê ne kö t’enê meh’kemdike- lê isa jî îznê dide Hindistanê t’esîra xwe Qafqasîya Ce’nûbêda berfireke, k’îderê ew li berxwedana t’ifaqê T’irkîayê û Pakîstanê, wekî alî Adrbêþanê dikin, diqelibe”,- nav þirovekirina Atlantîk Koûnkil-êye sala 2025-aye belakirîda tê gotinê.                    

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button