
Nav eleqetê t’ev Ûr’isêtê Ermenîstanê t’ö e’melekî carekêva neke.
Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- govekê sefera berî bijartinaye þîretk’arîyêda wexta r’asthatina t’ev binelîyê misk’enê merza Lor’îêyî Þnog’êda derheqa vê yekêda Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê merexesêda gotîye.
“Eleqetê mine hevaltîyê t’ev sedrê T’Û hene- bi fikira xevera mine e’slî. Ez þikê divim, wekî ij sala 2018-a h’etanî îro sedrê T’Û kontaktê wîye diha ze’f t’ev r’êberekî din hevin. Vê meþêda 200 qisê meye bi t’êlê zêdetir hebûne. Û xölese berbir’îbûna meye nisbetî Ûr’isêtê ze’f germe. Vira pirsgirêk dereke dine. R’ikeberê me divêjin- t’ev Ûr’isêtê eleqetê berember t’ev ya berember… cime’t can, baþ- werin em tiþtekî nekin, idî, let’îf sirîya xweda, lê let’îf jî… Ûr’isêt serdwlete, gere bi qedir û hörmetê berbir’î Ûr’isêtêvin- çawa berbir’î serdwletê divin. Û ez isa jî berbir’î Ûr’isêtê divim, isa jî li sedrê Ûr’isêtê û serk’arê h’ökömeta Ûr’isêtê. Lê ez tiþtekî divêjme wan: ez divêjim, wekî me qe tiþtek nekirîye em ziyanê bidine k’ara Ûr’isêtê û emê nekin jî”,- P’aþînyan gotîye.
Ewî daye k’ivþê, wekî derge-dîwanê Ermenîstanê bi qerdê t’am berbir’î k’ara Ûr’isêtê divin. “Lê, hûnê bibexþînin, em nikarin diha bilind berbir’î k’ara Ûr’isêtêvin, ne kö k’ara Ermenîstanê. eva semt’girîya lêgîtîme, û em dîna xwe didine k’ara Ermenîstanê û emê nek’evne nav miqabilîhevbûnê, zidîtîyê, idî navêjim- emê t’ev hevalk’arê xweye Ûr’isêitê nek’evne nav zargirtinê, h’öcetê, cotxeverlana derecebilind wê pêþda her’e”,- P’aþînyan xitimkirîye.







