
Katolîksê Mala Mezin a Kîlîkyayê Aram I tev Papa Lêo XIV re civiya.
Katolîksê Kîlîkyayê ragihand ku Aram I tekezî li ser mafê vegera Ermeniyên Qerebaxê bi garantiyên navneteweyî kiriye, li ser mijara parastina dêr û abîdeyên dîrokî, pêwîstiya berdana bilez a serokên Qerebaxê yên li Bakûyê li gorî qanûnên navneteweyî rawestiyaye.
Wî her wiha li ser rewşa heyî ya li Libnanê axivî, tekezî li ser serwerî û hebûna dewleta Libnanê li ser hemî axa Libnanê, vekişîna Îsraîlê ji başûrê Libnanê û rêzgirtina ji agirbestê re kir.
Piştî hevdîtina jorîn, Qedrê Patrîk û Bavê Pîroz li ser mijarên jorîn û yên din bi awayekî cuda sohbetek kirin, nêrîn û fikarên xwe parve kirin.







