
Nîkol P’aþînyanê serekwezîr nav qisa t’ev r’ojne’mevana e’lamkirîye, wekî bintêk’sta bijartinaye dinîasîasîyê t’ine, wekî Ermenîstanêda hîvîyêne, lê h’îmê sîasîya derekeda nêzîkbûna balansbûyî û balanskirinê hatîye danînê. Bona pirsa r’ojne’mevan- balk’êþîya merk’ezê derekeye nisbetî bijartina û xeverdanê derheqa t’evbûnê îht’îmalva girêdayî, P’aþînyan got, wekî qewat û þiroçîyê sîasîyêye baþqe-baþqe dicêr’bînin me’na dinîasîasîyê e’lamî bijartinakin, lê ew angorî r’astîyê nîne. “Lê bintêk’st û h’emtêk’sta van bijartinaye dinîasîasîyê qet t’ine”,- serekwezîr got. Bi gilîyê wî- Ermenîstan sîasîya p’ersenge dereke dimeþîne û dice’dîne, wekî bi t’erefê baþqe-baþqe bedelê hevk’arîyêye cöda-cöda hevin. Serekwezîr isa jî gilîkir, wekî wexta serdaneke li Ûr’isêtê hevalk’arekî ûr’is gotîye, wekî hevk’arîya Ermenîstanêye t’ev Yektîya Avropayê ziyanê dide k’ara Ûr’isêtê. Bi gilîyê P’aþînyan- ewî hîvîkirîye barê meseleke konkrêt t’emsîlkin, lê cav nestendîye. “Min got- meselekê t’emsîlkin, k’îderê hevk’arîya meye t’ev YA ziyana eþîyayî gîhandîye k’ara Ûr’isêtê. Cav ker’-lalîbû”,- ewî got. P’aþînyan paþda veger’ya isa jî ser t’êma mecalê r’oavayêye cezayêye nisbetî Ûr’isêtê- bi k’ivþkirina, wekî Ermenîstanê sêrîda e’lamkirîye- sanksîava wê cemneve, lê isa jî gava wê neke, k’îjan dikarin welêt bikine hedefa mecalê cezakirinê. “H’erke Ûr’isêt dikare bin sankîsadave û teyaxke, Ermenîstan nikare”,- serekwezîr got.







