
Pirsa avakirina merh’ela atomîyêye t’eze seva Ermenîstanê pirsa xeysetê ne kö sîasîyê, lê malhebûnîyêye: wê pirsêda R’ewan t’ev hevalk’arê ort’emiletîyêye baþqe-bþaqe dixevte, lê, axirsongî, wê pêþdanînê wê qebûlke, k’îjanê seva Ermenîstanê ya herebaþve. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê nav qisa t’ev r’ojne’mevana derheqa vê yekêda N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê e’lamkirîye- bi xeverdana derheqa hevr’axeverdanê navbera Ermenîstanê û Ûr’isêtêdaye derheqa avakirina merh’ela atomîyêda.
Diha zû Mîxayîl Kalûgînê serwêrê dêpartamênta welatê T’DS-e çara ya wezareta Ûr’isêtêye K’D e’lamkiribû, wekî alîyê ûr’isa pêþdanîna t’ivdîra merh’ela atomîyêye bi zoraya bilind kirîye, k’îjan dikare seva dehesalîyê nêzîk lazmayê cimhöryetêye ÿnêrgêtîk r’azîke.
N. P’aþînyan erêkirîye, wekî Ermenîstanê merh’ela atomîêye t’ezeva girêdayî pêþdanîn ij T’Û stendine. “Me pêþdanîna heman ij Ûr’isêtê stendîye, lê me pêþdanîna heman isa jî ij Korêa Ce’nûbê, Fransîayê , WAY stendîye. H’esavê me ewe, wekî bi h’esavhildana têmpê pêþdaçûyîna ÿnêgrîya te’vê- lazmaya meye merh’elê atomîyêye 1000 MVt-ê wê t’ineve, çimkî r’êsûrsa me heye- ÿnêrgîa te’vê. Em niha merk’ezbûyîne û em dixwezin merh’ela meye atomîyêye modûlyê heve, çimkî delîva lazimayêda paþwextîyê wê îht’îmalve ÿnêrgoblokê t’eze avakin. Û ya hereferz- merh’ela modûlîyê nikare bigihîne qedayê mînanî belayê merh’ela Çêr’onobîlêye atomîyêda bûyî: eva seva me pirsa hereferze, delîva bela merh’ela modûlyêda bela h’esavdive delîva cî, û wê delîvêda misk’enê r’exda nayêne cîderxistinê”,- P’aþînyan got. P’aþînyan serda zêdekirîyej, wekî t’ivdîra Ûr’isêtêye merh’ela modûlîyê jî heye, lê ew merh’ela atomîyêye sovek’arîyêye.







