
Mîk’ayêl Zolyanê sîasînas difikire, wekî deþta Ermenîstanêye sîasîêda þer’k’arî bi dö t’erefê h’îmlî diçe- danîna gömanê ser r’êsûrsê CE-ye xisûsî û sekinandina li hîvîya t’evbûna “birê mezin”-e dereke. Ewî daye k’ivþê, wekî seva hatina li h’ökömetê þansê qewatê mêlûr’ise döristbînîyê t’inene, lê meremê Krêmlêyî dörist Ermenîstanêda pêkanîna deþta p’arastina k’ara xwe qewîne r’ikebere.
Bi gotna ê sîasînas- pirsgirêka qewatê mêlûr’ise sereke ewe, wekî nav civaka ermenî sifetê Ûr’isêtê destpêkirîye qebûlve çawa ya kolonîalîzmê.
“Ew qeyserîya ûr’isîye, k’îjan dikare bi navê baþqe-baþqe pêþda bê- dikare bi navê T’ifaqa Sovêtîyê, bi navê T’ifaqdarîya Ûr’isêt… Lê, heynese, eva qeyserîke, k’îjan, bi manîpûlasîakirinê, me ij serbesçtîyê me’rimdike, bi lîstina ser h’esîn, travmayê meye t’arîxî, me dikine hacet”.
Bi bawerîya Zolyan, Krêml serwextdive, wekî hatina qewatê mêlûr’ise li h’ökömetê vê gavê döristbîn nîne, û meremê dörist ê dinin.







