PoliticsTop

Çawa meha sala 1988-aye k’anûna pêþin, isa jî niha Fransîa r’ex Ermenîstanêye: Makron r’azîbûn e’lamî cime’ta ermenîa kir

Ÿmanûêl Makronê sedrê Fransîayê wexta konsêrta bi navê “P’ira sazbendîyê: Ermenîstan-Fransîa”, k’îjan Gömirîyêda tê derbazkirinê, r’azîbûn e’lamî cime’ta ermenîya kir, wekî wexta serdana dîwanîye li Ermenîstanê qedandî ew layîqî qebûlkirina germ kirine. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- Makron da k’ivþê, wekî kesî bela meha sala 1988-aye k’anûna pêþin qewimî bîrnekirîye, çaxê Fransîa r’ex Ermenîstanê sekinî.

         “Þar’l Aznavûr stira, Fransîa civîya, 500 agirköj, e’sker, leqemger’a zêdetir hatne hewara we, û Gömirî daxöliqî. Em t’emamîya çetnaya zanin, k’îjanava hûn van salê xilazîyê derbazbûne. Û çawa em meha sala 1988-aye k’anûna pêþin r’ex webûn, niha jî emê r’ex wevin. Malîava Gömrî, malîava Ermenîstan, t’ö wexta bîrnekin, wekî Fransîa we h’izdike. Bijî Ermenîstan, bijî Fransîa û bijî Gömrî”,- Makron got.

         N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê e’lamkir, wekî konsêrta Gömirîêda tê derbazkirinê t’edbîra xilazîyêye goveka serdana sedrê Fransîaêye dîwanîîda t’eþkîlbûyîye.

         “Qebûlkirin ewqas germe, wekî Makronê sedir neanî ber ç’e’va, k’a çawa bêy destlihevxistinê we wê dûrk’eve. Ij navê xwe ez seva qebûlkirina germ r’azîbûnê e’lamdikim. Min Fransîaêda digote wî, wekî Ermenîstanêda ew xêra mezin þöretê divîne, ez divêjme wî- dîna xwe bidê, wekî min bêh’ednedikir”,- P’aþînyan got.

         Sedrê Fransîayê 4-ê meha gölanê R’ewanêdla t’ev serecivata ÿla avropîye sîasîyêye 8-a bûye.

         5-ê meha gölanê dstbi serdana Ÿmanûêl Makronê sedrê Fransîaêye dîwanîye li Ermenîstanê bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button