
Encomana sera WAY-ye Wek’îlaye berdana t’ivdîra qanûnêye p’erekirina bêqezîabûna miletîyê, dêpartamênta dîwanî û berne’mê r’exdaye sala 2027-aye fînansîyê erêkirîye, k’îjan têr’a divîne isa jî alîk’arîyê zêdekin,- k’îjanê didine Ermenîstanê û Qafqasîya Ce’nûbê, ij þêwira Amêrîkaêye ermenî e’lamdikin. Alîk’arîya seva welatê Qafqasîya Ce’nûbê têr’adîtî, qewlî encomana berdanava, ij k’ara Wîlayet’ê Yekbûyîye de’wmeþandinê diher’ike- bi qewînkirina e’dlayî, meh’kemî, întêgrasîa û p’evgirêdana neh’îyê. Govka wan cemada encoman dispêre, wekî goveka xwendin û hînkirina e’skerîyêye ort’emiletîyê (ÎMÊT) û goveka berne’mê p’erekirina Ecnebîye e’skerîyêda (FMF) mecalê seva Ermenîstanê têne berdanê himberî sala par zêdevin.







