All NewsTop

YE pêşwazîya civîna Ermenistan-Tirkiyê ya li ser sererastkirina rêhesina Gyûmrî-Qersê dike

“Ez bi germî pêşwazîya civîna îro ya koma xebatê ya hevbeş a Ermenistan-Tirkiyê ya li ser sererastkirin û xebitandina rêhesina Gyumri-Qersê dikim.”

Nûnera Taybet a YEyê ya ji bo Başûrê Qefqasyayê û krîza li Gurcistanê, Magdalêna Grono, di mîkrobloga xwe ya X de li ser vê yekê nivîsand.

Wê destnîşan kir ku “YE bi tevahî piştgirîya vê gava nû ya girîng a ber bi pêşxistina girêdanê li herêmê û normalîzekirina tevahî ya têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê dike.”

Em lê zêde bikin ku li gorî peymanên ku di çarçoveya normalîzekirina têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê de hatine bidestxistin, di 28ê Nîsanê de li Qersê civînek koma xebatê ya hevbeş a li ser sererastkirin û xebitandina rêhesina Gyumri-Qersê pêk hat.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button