All NewsTop

Merasîma bingehîn a Dibistana Werzîşê ya Malxas û Roman Amoyan li Elagezê pêk hatîe

Merasîma bingehîn a Dibistana Werzîşê ya Malxas û Roman Amoyan li Elagezê pêk hatîe

Merasîma bingehîn a Dibistana Werzîşê ya Malxas û Roman Amoyan li civaka Elagezê ya herêma Aragatsotn a Ermenistanê pêk hatîe. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan amade bû.

Di merasîma fermî ya bingehîn de şampiyonê gelek caran ê cîhanê û Ewropayê, xwediyê madalyaya bronz a Olîmpiyadê Malxas Amoyan û cîgirê şampiyonê cîhanê, şampiyonê Ewropayê, xwediyê madalyaya bronz a Olîmpiyadê Roman Amoyan jî beşdar bûn.

Di axaftina xwe de, Roman Amoyan girîngiya dibistana werzîşê ji bo civakê tekez kir.

Di axaftina xwe de, Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku avakirina dibistana werzîşê teqdîrek ji hêla dewletê ve ye ji bo lîyakatên werzîşvanan.

Serokwezîr got, “Ev hemû rêzgirtinek ji Komara Ermenistanê ye ji bo lîyakat û xizmetên we yên werzîşê.

“Wî her wiha tekez kir ku proje, ji aliyekî ve, Roman Amoyan eleqedar dike, ku kariyera xwe ya werzîşê temam kiriye, û di doza Malxas Amoyan de, ew di heman demê de îfadeya hêviyên nû ye.

Paşînyan destnîşan kir, “Em dixwazin di pêşerojê de di şampiyoniyên cîhanî û Olîmpiyadê de destkeftiyên nû werin tomar kirin.

“Tê plankirin ku avakirin ji bo payîza 2027an biqede.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button