
YA têr’a divîne hevk’arîyê t’ev Adrbêcanê, Ermenîstanê û T’irkîayê têr’a divîne- goveka de’wmeþandina pêþdabirina p’evgirêdana t’ezeye transportîyê û ÿnêrgêtîke t’ev be’ra R’eþ û Asîa Merk’ezîyêda. Derheqa vê yekêda Mart’a Kosa avroqasid berî r’ûniþtina þêwra wezîrê K’D e’lamkirîye. “Îro em divînin, k’a de’wmeþandina encomana Avropaêye be’ra R’eþ çiqasî bi h’îme. P’evgirêdan p’areke vê de’wmeþandinêye. Goveka wêda em Avropayê t’ev Asîa Merk’ezîyê diha baþ girêdidin- bi Ermenîstanê, Adrbêcanê û T’ibrkîayê”,- ewê daye k’ivþê. Kosê binxetkirîye, wekî t’öcarî û ÿnêrgêtîka warê p’evgirêlanêye h’îmlîne. “Þimalêda r’ê-dirbê t’öcarîyê dest Ûr’isêtê dadayîne, lê r’ê-dirbê ce’nûbê dest þer’ê t’ev Îranê hatne r’awestandinê”,- Kos dide k’ivþê. Pey r’asthatina wezîrê K’D-r’a ewê e’lamkirîye, wekî wana isa jî eleqetê YA t’ev welatê Qafqasîya Ce’nûbê e’ne’nekirîye.







