
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- N. P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkir- bi dayîna cava pirsa Lîlît’ Mînasyana dêpûtata qelfa “Þertne’ma bajar’vanîyê”.
Serekwezîr paþda veger’ya ser e’lametîyê Samvêl Karapêtyanê k’arbidest- wek’ilandinê derheqa h’alê Ermenîstanêyî malhebûnîyêyî îht’îmal û tûjbûna eleqetê Ûr’isêtêva girêdayîda.
“Ez tiþtê isa îht’îmal h’esavnakim. Sala 2018-a, sala 2021-ê digotin. Eleqetê Ermenîstanê û Ûr’isêtê îro ser dereca herebilindin, ne kö berê bûne. Dîna xwe bidine dînamîkayê r’asthatin, hevsûbûn, qisê serk’arê Ermenîstanê û Ûr’isêtêye bi t’êlê û himberî we’dê berînkin”,- P’þînyan da k’ivþê.
Bi gilîyê wî- ew t’ev sedrê Ûr’isêtê û serk’arê h’ökömetê nav p’evgirêdana xevatêye dayîme, k’îjan serecema xweþivêt dide eleqeta.
Serekwezîr isa jî binxetkir, wekî CE t’ev Ûr’isêtê nek’etîye û wê nek’eve nav miqabilîhevbûna.
“Em T’Û-r’a nek’etine nav h’öcetê û emê nek’evne nav h’öcetê. Cêr’ibandinê derdak’iþandina li miqabilîhevbûna- ê malhebûnîyê, sîasîyêvin, boþ û betalin”,- ewî got.
Bi gilîyê P’aþînan- sîasîya derekeye bêt’ak’êþîbûyî xweykirina isa jî eleqetê baþe t’ev Ûr’isêtê t’exmîndike, û Ermenîstan wê r’ê didûmîne.







