
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi boneya cejna Malake Taus peyamek pîrozbahiyê ji civaka Êzdî ya Ermenistanê re şand.
Peyam wiha ye:”Nûnerên hêja yên civaka Êzdî yên Komara Ermenistanê,
Ez bi germî we hemûyan bi boneya Sersalê, cejna Malake Taus pîroz dikim.
Civaka Êzdî li Komara Ermenistanê rêz û hezkirineke mezin digire.
Êzdîyên Ermenistanê bi dilsoziya xwe ya ji bo nasnameya neteweyî, xebat, kevneşopiyan û Komara Ermenistanê têne nasîn û beşek girîng a nasnameya me ya dewletê ne, ji ber ku yek ji mezintirîn komên etnîkî yên li Komara Ermenistanê dijîn.
Hikûmeta me dixwaze ku serkeftinên Êzdîyên Ermenistanê berdewam bikin. Em her weha veberhênanên mezin li wargehên ku Êzdî lê dijîn dikin, dixwazin ku, wekî li seranserê Komara Ermenistanê, perwerde gihîştî û bi kalîte be, binesazî di asta guncaw de be, jiyana civakî û çandî pêş bikeve û refah zêde bibe.Îro, bi parvekirina kêfxweşiya we hemûyan, em tomar dikin ku em amade ne ku fikarên civaka Êzdî ya Ermenistanê bi awayekî biratî parve bikin û piştgiriyê bidin çareserkirina pirsgirêkên we, bernameyên nû yên ku armanc dikin parastin û pêşxistina ziman, çand û nasnameya neteweyî ya civaka Êzdî bicîh bînin.
Hezkiriyên hêja nûnerên civaka Êzdî yên Komara Ermenistanê,
Bila sala bê ji bo civaka Êzdî ya Ermenistanê, ligel hemû welatiyên welatê me, saleke aram û berhemdar be, saleke serkeftin, bextewarî û bereketê be. Ez ji we hemûyan hez dikim.
Cejna Melayê Taus pîroz be.







