PoliticsTop

P’aþînyan û Pûtîn p’evk’etine nîvê meha h’ezîranêyî döda r’astî hevdö bên

N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê û Vl. Pûtînê sedrê Ûr’isêtê wexta r’asthatina 1-ê meha nîsanêye Moskvayêda qewimî p’evk’etine r’asthatineke dinê jî  nîvê meha h’ezîranêyî döda r’astî hevdö bên.

Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- N. P’aþînyanê serekwezîr derheqa wê yekêda wexta r’asthatina t’ev r’ojne’mevna e’lamkir.

“Ez, çawa min gotîye, wê serdanê ze’f levhatî  qîmetdikim. Çi dimîne bona r’asthatina r’û bi r’û, em drheqa r’asthhatin û kêrê pêþberda idî p’evk’etine”,- serekwezîr got.

Serekwezîr binxetkir, wekî eleqetê Ermenîstanê û Ûr’isêtê qonaxa transformasîya avakirinêdanin.

“Ez wê pêvajoyê erênî qîmetdikim, û emê e’sasê xwe dayîm xweykin. Emê ij ment’eqa cotxeverdana xêrxwezîyê dernek’evin û emê wê r’êda pêþda bivin”,- serekwezîr got.

N. P’aþînyan isa jî paþda veger’ya ser fikrê h’emcîkirina YAAM û YA.

“H’etanî mecal heye wan sîasîya h’emcîkin, wekî em bi t’erefê YAAM û YA dimeþînin, emê wan sîasîya h’emcîkin. Çaxê dema  h’emcînekirinê wê bê, emê t’ev cime’tê qirara derxin”,- srekwezîr da k’ivþê.

Serekwezîrê Emenîstanê serda zêdekir- t’ev Vl. Pûtînê sedrê Ûr’isêtê p’evk’etine nîvê meha h’ezîranêyî 2-a r’asthatina ser dereca bilind derbazkin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button