
N. P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkirîye, wekî Ermenîstan vê gavê dikare r’ojevê hevk’arîya t’ev YAAM û YA h’emcîke- bi binxetkirina, wekî qirara axirsongî bajar’vanê Ermenîstanê wê derxin. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê wexta r’asthatina t’ev V. Pûtînê sedrê T’Û P’aþînyan daye k’ivþê, wekî endamtîya li herdö yektîya bi e’sasî ne h’emcîye, lê vê gavê r’ojevê mewcûd ê h’emcîkirinêne.
“Ew, çi em dikin û ew r’ojeva me, wekî heye, lap kêm vê demê ê h’emcîkirinêne. Ew hêcete. Û h’etanî mecal heye wan r’ojeva h’emcîkin, emê wê yekê bikin”,- serekêwezîr gotîye.
Bi gilîyê wî- çaxê pêvajo bigihîjne wê qonaxê, çaxê wê lazimvae bijartinê bikin- qirarê hindava bajar’vanê Ermenîstanêda bê kirinê.
P’aþînyan isa jî binxetkirîye, wekî eleqetê t’ev Ûr’isêtê dimînin ê pêþ û nikarin bin pirsêda bêne danînê.
Wexta e’ynî r’asthatinê V. Pûtînê sedrê T’Û e’lamkirîye, wekî îht’îtmal nîne yekpel t’opraxê YA û YAAM-ye gömrikadavin.
“Îht’îmal nîne t’ev YA û YAAM-ye gömrikadavin. Ew safî angorî têr’adîtinê îht’îmal nîne”,- Pûtîn gotibû.







