
Wezareta Parastinê ya Ermenstanê radigihîne ku Wezîr Sûrên Papîkyan li Parîsê bi Wezîra Hêzên Çekdar û Karûbarên Vêtêranên Fransayê Katrîn Votrênî re civiya. “Balyozê Awarte û Berpirsiyarê Ermenistanê yê li Fransayê Arman Xaçatryan jî beşdarî civînê bû.
Di civînê de, wezîran asta hevkariya ku berê hatiye avakirin pir bilind nirxandin, girîngiya berdewamî û pêşveçûna wê tekez kirin. Pêşveçûna bernameyên ku di hevkariya leşkerî-teknîkî, perwerdehiya leşkerî, perwerdehiya pîşeyî, û her weha piştgiriya şêwirmendiyê û warên din de têne bicîh kirin hate nîqaş kirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku alî li hev kirin ku hevkariyê kûrtir û berfireh bikin, wê bigihînin astek nû û bilindtir, û her weha destpêşxeriyên hevbeş ên ku armanc dikin xurtkirina şiyanên sektora parastinê bidomînin.”







