PoliticsTop

Ser r’iya morkirina hevr’aqaîlne’ma e’dlayêye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêdaye axirsongî asteng hene: ce’sûsîya WAY

Serecivata e’dlayêye 8-ê meha sala 2025-ae t’ebaxê bi xemxörîya WAY navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda derbazbûyî seva herdö welata mecal e’firandîye- hevr’aqayîlne’ma e’dlayêye  we’dedirêj morkin. Derheqa vê yekêda nav gotara xizmetk’arîya WAY-ye ce’sûsîyêye qîmetkirina qezîyayê sala 2026-aye salewextê tê gotinê.

“Ij 8-ê meha t’ebaxê virdatir herdö alî jî hazirin bayê ij serecivata E’dlayê virdatir e’firandî xweykin. T’er’ibandinê agirr’awestinê navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda carekêva kêmbûne û niha bawerbike t’inene. Meha sala 2025-aye çirîya pêþin Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê e’lamkir, wekî sînorkirinê navr’a derbazkirina baraye bi t’opraxa Adrbêcanê berva Ermenîstanê daye hilanînê, gav, cava k’îjanê N. P’aþînyanê serekwezîrê CE nav çend r’oja da. Ij wî çaxî virdatir Adrbêcanê bênzîn r’adestkirîye û îzna cîgöhastina gênim li Ermenîstanê daye”,- gotarêda tê gotinê. Lê, tê k’ivþkirinê, wekî ser r’iya morkirina hevr’aqayîlne’ma e’dlayêye axirsongî hila hê asteng hene. Mesele- E’lîêvê sedir didûmîne biwek’ilîne, wekî Ermenîstan Destûra xwe bigöhêze- bi dûrxistina wê hinarîtinê,  k’îjanê xweysetdike çawa wek’ilandina QÇ’ p’ara Ermenîstanê. Eva gave, k’îjanê de’wa derbazkirina r’êfêrêndûma destûrî Ermjnîstanê bike, qebûlkirina k’îjanê k’efîlbûyî nîne, gotara ce’sûsîya WAY-da tê gotinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button