PoliticsTop

Mart’a Kosa qasida Avropayê wê qesta Ermenîstanê bike- hevalk’arîya YA-CE meh’kemke                                    

R’ojê pêþemê û înîyê Mart’a Kosa qasida bi pirsê berfirekirina YA wê Ermenîstanêdave- seva meh’kemkirina hevk’arîyê navbera YA û Ermenîstanêda û r’öh’darkirina p’evgirêdana neh’îyê. R’ewanêda qasidê r’astî N. P’aþînyanê serekwezîrê CE bê.  Ewê isa jî h’alê neh’îyê, lê isa jî berxwedana Ermenîstanêye dêmokratîyê e’ne’nekin. Kosê isa jî r’astî Mhêr Grîgoryanê dewsgirtîyê serekwezîrê CE bê. R’oja înîyê Gömirîyêda  Kosê qesta îdarexanê hindava YA-da fînanskirinê bike, k’îjan k’omekê didine wergirtina sosîalîyê, zêdebûna cîye malhebûnîê û e’frandina cîyê xevatê. Her t’enê sala 2024-a berne’mê YA k’omek dane 7000 bîznêsê ermenî zêdetir- bi e’frandina 20.000 cîyê xevatê zêdetir. Qasidê qesta isa jî sûka Gömirîyêye t’arîxî bike, k’îjan bi p’erekirina YA tê dasekinandinê, lê isa jî merk’eza t’ezevantîyê, k’îjan warê têxnologîya û dîzaynêda k’omekê dide cêr’ibandina cahila. Kosê zanîngeha Þîrakêye dîwanîda pêþda bê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button